エピソード

  • Tenduristiya Silêmaniyê di krîzeke mezin a kêmbûna dermanan de ye
    2025/09/17
    Demeke dirêj e ku arîşa nebûna derman û hewcedariyên nûjdarî li nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêbûye. Nebûna dermanan metirsîyeke mezin li ser jiyana bêtir ji 40 hezar nexweşên dom dirêj li sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêkirye. Wezîrê Tenduristiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Tenduristiya Silêmanî bizavên mezin dikin ji bo çareserkirna nebûna dermanan.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Salek derbas bû û hîn kujerê Narîn Guran nehatiye zanîn
    2025/09/12
    Li Amedê, li gondê Çolî, di 19ê Tebaxê de zarokeke 9 salî wunda bû, navê wê Narin Guran bû. Meytê wê piştî 18 rojan di newalek de hate dîtin. Dayika wê Yuksel, birayê wê Enes (19), Apê Salim Guran, bi sûcê kuştina Narînê bi hetahetayê hatin cezakirin.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Gelo mimkun be hêzên Pêşmerge bibin yek?
    2025/09/11
    Şîrketa pêwindiyan ya bi navê Korek Telecom ya Îraqî ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye. Şîrket berî niha rastê sizayê hatibû û heya niha ew pirsa nehatîye çarekirin. Herweha di naveroka raporta ji Hewlêrê bizavên mezin jibo yekgirtina herdu hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin ku herdu bibin yek û bikevin jêr desthelata Wezareta Pêşmerge û Hukûmeta herêma kurdistanê. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Şanoya bajarê Amedê car din perdeya lîstikvaniyê vedike
    2025/09/05
    Şanoya Bajêra Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar kir. Di şanoyê de têkoşîna jinan û awayên wan yên rûbirûbûna şînê bi zimanê laş tê vegotin. Berhem ji nameya Leyla Zana, helbestên Abdulla Peşêw û nivîsên Berfîn Emektar hatiye amadekirin. Raporta Hatice Kamer.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibe
    2025/08/14
    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygusuz, li dijî morkirina deriye komelê gotibû ''Yê ku hate morkirin ne deriye komeleyê ye, zimanê Kurdî ye.''
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirn
    2025/08/13
    Wezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin.
    続きを読む 一部表示
    12 分