エピソード

  • Amedspor bi serkeftina Super Lîg bû sembola neteweyî
    2026/05/08
    Tîmê futbola Amedê, Amedspor çû Super lîga Tirkîye. Ev serkeftin di nav Kurdan de kêfxweşiyeke mezin çêkir. Ev tîm êdî weke sembola Kurdan e, yek ji wan tîman e ku ji du milyonî zêdetir alîgirên xwe yên fermî hene. Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Sertokê MHPê Devlet Bahçelî jî serkeftina Amedspor pîroz kirin. Hêjayî gotinê ye ku Devlet Bahçelî sê salan berê di gotibû "Ji bo me cîhek bi navê Amedê nîne.’’ Lê hin şîrovekar îdia dikin ku serkeftina Amedsporê ji encama pêvajoya siyasî ye ku du sal in li Tirkiye didome ye.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Kurdan dibe sedema aloziyên siyasî li Herêma Kurdistanê
    2026/05/08
    Daxuyanîyeke nû ya Donald Trump, serokê Amerîka, derbarê dayîna çek û alîkarîya leşkerî bb Kurdan re, pêleke berfireh a bertek û nîqaşan di navenda siyasî û medyayî ya Herêma Kurdistanê de çêkiriye. Ev yek bûye sedema derketina cureyeke ji hevrikîya medyayî di navbera alîgir û kadroyên PDK û YNK ku her aliyek yê din bi birina çekan tohmetbar dike.
    続きを読む 一部表示
    8 分
  • Bridging worlds: A Kurdish–Korean love story shaped in Australia - Yekkirina çandan: Çîrokeke evînê ya Kurdî-Kûrî li Australya şêwekirî
    2026/05/06
    The intercultural relationship of Tara Fatehi and Sam Yoon illustrates how Kurdish and Korean cultural backgrounds can be meaningfully integrated through shared values, mutual respect, and active engagement with language and tradition. Despite challenges such as communication barriers and raising a multilingual child, cultural similarities help ease their journey. Their experience reflects a commitment to fostering a blended multicultural identity shaped by Kurdish, Korean, and Australian influences. - Zewaca Tara Fatehi û Sam Yoon nîşan dide ku paşerehên çandî yên Kurdî û Kûrî dikarin bi rêya nirxên hevpar, rêzgirtin û têkiliya çalak bi ziman û kevneşopiyê re bi awayekî watedar werin entegresiyonkirin. Ezmûna wan pabendbûna xwe ji bo pêşvexistina nasnameyeke pirçandî nîşan dide ku ji bandorên Kurdî, Kûrî û Australî ve hatiye pêkanîn.
    続きを読む 一部表示
    11 分
  • Nûçeyên roja Sêşemê 05/05/2026
    2026/05/05
    Di vê bûletene de: Hukûmeta federal dibêje stratejiyeke Neteweyên Yekem ji bo piştgirîkirina reforma NDIS tê pêşxistin... Nezelaliya ji bo keştîyên ku di Tengava Hormuzê de ji ber êrîşan asê mane, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    6 分
  • Nûçeyên roja Înî 01 05 2026
    2026/05/01
    Di vê bûletene de: Bangên aramiyê li Alice Springs piştî mirina zarokekî... Koreya Başûr û Australya li hev kirin ku hevkariya xwe ya li ser enerjiyê xurt bikin... Civînek li ser çalakiyên leşkerî yên nû yên potansiyel ên li dijî Îranê di rê de ye, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    5 分
  • Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî bi 22 lîstikan destpê kir
    2026/04/30
    Yanzdemîn Festivala Şanoya Amedê ya Navnetewî di 22ê Nîsanê de destpêkir ku heta 2ê Gulanê bi bernameyên rengin û dewlemend dê bidome. Ji 19 welatan 22 lîstik dê werin pêşkêşkirin. Berfîn Zenderlîoglu û Merîwan Helepçeyî derbarê festîvalê de diaxivin. Doktor Sabir Ebdulahîzad, jibo gohdarên SBS Kurdî li ser têgeh û ferhenga Yasaya Kurdî zanyarîyan dide.
    続きを読む 一部表示
    11 分
  • Nûçeyên roja Înî 30 04 2026
    2026/04/30
    Di vê bûletene de: Çekdarê Christchurch di hewldana betalkirina îtirafa sûcdariya xwe de bi ser nakeve... Hukûmeta federal soz dide ku pêşniyarên Komîsyona Qraliyetê yên li ser hevgirtina civakî û antîsemîtîzmê bicîh bîne... Û di werzîşê de, tê gotin ku Erebistana Siûdî dê fînanskirina ji LIV Golf rawestîne. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Vegerandina malbatên Australî ji kampa Roj hatiye astengkirin
    2026/04/30
    Hekmiye Ibrahim rêvebera Kampa Roj li bakur-rojhilatê Sûriyê li ser dijwariyên vegerandina jinebîyên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) û zarokên wan yên ku di kampê de ne nîqaş dike. Ew, du hewldanên vegerandinê bi hûrgilî vedibêje, di nav de veguhestina çar malbatan bo Şamê, ku di dawiyê de ji ber nebûna pejirandina fermî ji hukûmeta Autralya rawestiya. Rêveber tekeze dike ku rayedarên kampê hevrêzî hêsan kirine û malbatan wekî gefên ewlehiyê nabînin.
    続きを読む 一部表示
    12 分