エピソード

  • Bi hezaran kes li Amed û Stenbolê ji bo "Mîtîngên Azadiyê" kom bûn
    2026/07/01
    Berî çend rojan DEM Partî bi navê 'Mîtînga Azadîyê' xwepêşandaneke cemawerî li darxist. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd û azadîya rêberê PKK peyamên sereke bûn. Ji aliyekî din ve partiyên Kurdistanî li Wanê kom bûn û nerazîbûna xwe ji siyaseta dewleta Tirkîyê, û ji sîyaseta entegrasyona demokratîk diyar kirin.
    続きを読む 一部表示
    8 分
  • Civîna NATO li Tirkiyê nêzîk dibe: Operasyonên berfereh çê dibin
    2026/06/26
    Di 7-8ê meha Tîrmehê de Kombûna Bilind a NATO ê li Tirkiyê bê lidarxistin. Berî civînê jî, rêxistin û partiyên çep operasyonên berfireh yên dij tên kirin. Li Enqerê û Stembolê 233 kes hatin desteserkirin. Li alîkî din duyemîn romana Kurdî ya nivîskar û serokê PENa Navnetewî Burhan Sonmez ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve hate weşandin. Navê romanê “Neynika Sor” e. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye.
    続きを読む 一部表示
    10 分
  • Lêkolîn li ser îdiaya destdirêjiyeke li zanîngeha Silêmanî tê kirin
    2026/06/24
    Ji ber belavbûna çend tomaran dengî ku tê de îdîaya destdirêjiya li ser xwendekarên keç ên Zanîngeha Silêmaniyê li dijî mamosteyekî kolêja ayînî tê kirin, komîsyoneke lêkolînê hatiye damezrandin. Li aliyekî din nakokiyên di navber Partî û Yekîtiyê de ji bo avakirina kabîneya dehem ya parlemana Herêma Kurdistanê berdewamin. Zêdetir di hevpeyvîna bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan
    2026/06/18
    Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê ku neteweyên cuda bi awayekî azad tê de dijîn.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • "Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e”
    2026/06/17
    Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.
    続きを読む 一部表示
    8 分
  • Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran
    2026/06/12
    Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.
    続きを読む 一部表示
    11 分
  • Pêşveçûnên Tirkîyê li Amêdiyê: Tirs ji wêrankirina jîngehê û nearamiyê heye
    2026/06/11
    Pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî karesateke jîngehî pêk tîne.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistin
    2026/06/05
    Weqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan berê alfabeya Kurdî ava kiribû û bingeha nivîsîna Kurdî danîbû, lê ji bo Kurdiya Kurmancî ferheng û rêberên rastnivîsînê kêm bûn.
    続きを読む 一部表示
    10 分